17 Ekim 2017 05:02          Ana Sayfa Ana Sayfa    Fotoğraf Galeri Foto Galeri    Video Galeri Video Galeri    Video Galeri RSS    İletişim    Künye    Sitene Ekle         
 
‘Elametên Tirsa Ji Xweda / M. Mahmut Kılınç - Mardindosthaber
‘Elametên Tirsa Ji Xweda
M. Mahmut Kılınç /
 
27 Ağustos 2017 Pazar Saat 10:02

Ebu Leysê Semerqendî dibêje: Heft ‘elametên tirsa ji Xweda hene. Ewana ev in:

1—Tirsa ji xweda di ziman de xwe nîşandide: Mirovên tirsa xweda pê re hebe zimanê xwe ji derewa, ji paşgotiniyê, ji fesadî û gellacîyê, ji bêbextîyê diparêze. Zikrê xweda dike, Quranê duxwîne, Da’weta însana bi bal başî û qencîyê ve dike.

2—Di Dil de xwe rêdide: Mirovên tirsa xweda pê re hebe, di dilê xwe de ji kesekî naqahire, buğz û hesûdîya tu kesekî nakave dilê wî, neyartîyê nake. Lewra Resûlê Xweda (‘eleyhîsselatû wesselam) wiha dibêje:

“Agir çawa êzinga dişewitîne qehr û hesed jî wiha xêra dimihîne

3—Di Ça’van de xuya dibe: Mirovên tirsa xweda pê re hebe li heram mêze nake. Li malê kesekî li namûsa kesekî mêze nake. Bi ça’vê birçîyan li dinê nanere, bi ‘îbret lê dinere. Resûlê xweda (‘eleyhîsselatû wesselam)  dibêje:

“Her kî ça’vê xwe bi heram tijî bike, xweda jî roja qiyametê ça’vê wî bi aigir tijî dike

4—Di zik de xuya dibe: Mirovên tirsa xweda pê re hebe, zikê xwe bi xwarina heram tijî nake. Resülê xweda (‘eleyhîsselatû wesselam):

“Ademzade dema zikê xwe bi heram tijî dikin li erdê û asîmana melek le’netê lê tînin. Û Heger wê xwarinê biserifîne û bimre ciyê hêwiriya wî cehennem e. Lewra xweda di Quranê de diibêje: Kesê heram duxun ji bil agir tu tiştek nexistine zikê xwe.”  

5—Di desta de xuya dibe: Kesê tirsa xweda pê re hebe dest dirêjîya heram nake. Hew tiştê Xweda jê hez dike dipelîne.

6—Di linga de xuya dibe: Kesê tirsa Xweda pê re hebe nade ser  riyên diçe bi bal ‘îsyana Xweda, li ser riyên bi razîbûna Xweda ve xemilandîne dimeşe. Gavê xwe ji bo dîtina ‘alim û salihan davêje.

7—Di ‘emel de xuya dibe: Kesê tirsa xweda pê re hebe; ‘îbadetê xwe hew ji bo razîbûna Xwda pêk tîne, ji nîşandanê direve.

YORUMLAR - YORUM YAZ      

Bu yazıya henüz yorum yapılmadı. Bu yazı için ilk sözü siz söyleyin!

YAZARA AİT DİĞER YAZILAR
SONDAKİKA HABERLER!
Yazarlar
İmsak Güneş Öğle İkindi Akşam Yatsı
04:44 06:20 12:13 15:21 17:46 19:10
Konuk Yazarlar
Çok Okunanlar

YORUMCU: AYŞEN Özen
YORUMCU: mardini
YORUMCU: Veysi itmş
YORUMCU: Necmi
YORUMCU: BAV€ AMMAR
YORUMCU: AGA
Mardin Hava Durumu :
MARDIN
Foto Galeri    Video Galeri    Güncel    Ekonomi    Spor    Eğitim    Siyaset    Yaşam    Sağlık    Dünya    Kültür-Sanat    Bilim-Teknoloji   

İletişim - Künye - Sitene Ekle - RSS Servisi - Bütün Manşetler

Tüm Hakları Saklıdır © 2012 - İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.

Warning: mysql_close(): 5 is not a valid MySQL-Link resource in /home/mardindosthaber.com/httpdocs/class/mysql.class.php on line 69